Li rêyên hewayî yên Fransayê dîsa grevê dest pê kir

Pîlotên şîrketa rêyên hewayî yên Fransayê Air France îro dîsa ketin grevê. Tê gotin ku herî kêm yek ji pênc parên seferan betal bûne.

Di serî de pîlot, tê payin ku tevlîbûna xebatkarên Air France li grevê, yek ji pênc paran be. Ji ber grevê gelek seferên balafiranb etal bûn. Hin sefer jî bi derengî wê bên kirin.

Tê gotin, grev wê bi taybetî bandorê li seferên balafiran ên rêya dirêj bike ku ji Parîs û balafirgehên mezin ên li derdora wê dest pê dikin.

Di serî de pîlot, xebatkarên Air France di çarçoveya grevên 22'ê Sibatê de 11 rojan dest ji kar berdan. Grev hefteyê rojekê tê kirin û tê texmînkirin ku herî kêm bi 300 milyon Euroyî xisar li şîrketê bûye.