Li Reqayê şerê giran didome
Li taxên rojava yên Reqayê ji 22’ê Hezîranê û vir ve şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de didome.
Li taxên rojava yên Reqayê ji 22’ê Hezîranê û vir ve şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de didome.
Şervanên QSD’ê bersivên tund dan êrîşên çeteyan û heta niha 4 wesayîtên bombebarkirî îmha kirin. Du wesayît li taxa El-Berîdê û du wesayîtên din jî li taxa El-Qadisiyê bêyî ku bigihêjina armanca xwe, hatin îmhakirin.
Di heman demê de li taxa El-Berîdê sekvanek jî tê de bi dehan çete hatin kuştin.
Li taxa Yermûkê ya başûrê rojavayê Reqayê 5 çete hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî bêyî ku bigihêje armanca xwe hate îmhakirin.
Li taxa El-Roda ya rojhilatê Reqayê şervanên QSD’ê bersiveke tund dan êrîşên çeteyan û li vê derê 8 çete hatin kuştin.
Li taxên rojavaya Reqayê şerê giran didome.