Li Portekîzê agir bi daristanê ket: 43 kes mirin

Li Portekîzê, ji ber şewata li daristanê 43 kes mirin. Wezareta Karên Hundir daxuyanî da û got kesên ku mirine bi temamî sivîl in.

Şewata daristanê ya li Portekîzê bû sedem ku gelek kes bimirin. Li gorî agahiyan bi hindikayî 16 kes di wesayitan de asê mane û ji dûxanê fetisîne. Rayedar diyar dikin ku bi kêmanî 43 kes mirine. Di bobelatê de 20 kes birîndar bûne, du kes jî winda bûne. Rewşa 4 peywirdarên agirkujiyê krîtîk e. Tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Ji bo şewata li qada çiyayî ya 200 km’yî dûrî rojhilatê başûr ê paytext Lizbonê pêk hatî vemirînin 500 xebatkarên agirkujiyê hatin şandin. Ji ber germahî 40 pîle ye û ji ber bayê heyî xebatên vemirina şewatê bi dijwarî têne kirin.

Rayedar dibêjin malên li herêmê nema dikarin werin bikaranîn. Ên ku malên wan şewitîn û ji herêmê hatine xilaskirin li navendên demdemî hatin bicihkirin.

Serokwezîrê Portekîzê Antonîo Costa ji ber mirina gelek kesan diyar kir ku kareseta herî mezin a van salên dawî ye.