Li peravên Yewnanistanê keştiyeke kargoyê noqî avê bû

Keştiyeke kargo ya bi ala Komorê roja Yekşemê li peravên Yewnanistanê tevî 14 kesan noqî avê bû.

Li gorî daxuyaniya ewlekariya peravê ya Yewnanistanê, keştiyek li girava Mîdîllî noqî avê bû.

Hat ragihandin ku di keştiya kargo de ya bi ala Komorê 14 kes hebûn.

Li gorî nûçeya televîzyona Ert News’ê, rêwiyê yekem bi helîkoptereke hêzên deryayî hate rizgarkirin.

Hate diyar kirin ku di operasyona rizgarkirinê de 5 bot, 3 keştiyên ewlekariya peravê, 2 helîkopterên hêzên deryayî û hewayî û firkateynek deryayî cih girtine. Rayedaran dan xuyakirin ku li herêmê bayek dijwar rabûye û bal kişand ser zehmetiya operasyona rizgarkirinê.

Li gor nûçeya ajansa ANA ya Yewnanistanê, keştiya ku di rewşa zehmet de bû barekî xwê hilgirtibû û ji Misirê derketibû û ber bi Stenbolê ve diçû.

Li gorî ewlekariya peravê ji ANA’yê re ragihandine, keştiya kargoyê bi qasî 8,3 km li başûrê rojavayê girava Mîdîllî noqî avê bûye.

Li gorî ANA’yê, di nava karmendan de du Sûriyeyî, çar Hindistanî û heşt jî Misrî hebûn.