Li peravên Lîbyayê zêdeyî 700 penaber hatin rizgarkirin
Bi hatina biharê re, pêla penaberan a ji Lîbyayê ber bi Îtalya ve mezin bû. Hat ragihandin, di operasyonên duh de zêdeyî 700 kes hatine rizgarkirin.
Bi hatina biharê re, pêla penaberan a ji Lîbyayê ber bi Îtalya ve mezin bû. Hat ragihandin, di operasyonên duh de zêdeyî 700 kes hatine rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya yekîneya ewlekariya peravan a Îtalyayê Gûardîa Costîera, bi hewldanên saziyên alîkariya îsanî re, li peravên Lîbyayê zêdeyî 700 penaber hatine rizgarkirin.
Hat ragihandin, 300 ji van penaberan ji aliyê saziya civaka sivîl a bi navê MOAS a Maltayê ve li peravên bajarê Sabratha yê Lîbyayê hatine rizgarkirin.
Saziya bi navê SOS Mêdîterrannêe jî ragihand, 197 penaberên di bu botên plastîk ketibûn ser rê, hatine rizgarkirin.
Tê texmînkirin, ji 1'ê Çileyê û vir ve herî kêm 600 penaberên ji Lîbyayê berê xwe dan Îtalyayê di Derya Spî de fetisîn e.