Li peravên Fasê nêzî 500 koçber hatin rizgarkirin

Bi sedan koçberên ji Fasê bi rê ketin û hewl didan di ser Derya Spî re xwe bigihînin Spanyayê hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Qraliyeta Fasê, 472 koçberên bi gelek keştî û botan ber bi Spanyayê ve bi rê ketin, hatin rizgarkirin. Ji van koçberan 28 jê jin, 27 zarok û 3 jî pitik in.

Agahî nehat dayin bê koçberên hatine rizgarkirin ji kîjan welatî ne. Hate gotin, temamiya koçberên hatin rizgarkirin anîne Fasê.

Tê texmînkirin ku bi deh hezaran koçberên ji welatên Afrîkayê ji bo xwe bigihînin Spanyayê li Fasê ne. Ji ber ku dora herêmên Ceuta û Melilla yên Spanyayê ku li ser sînorê Fasê ye bi dîwar û têlan girtî ne, zehmet e ku koçber xwe bigihîne.

Ji sala 1990'î û vir ve bi deh hezaran koçberên ji welatên Afrîkayê bere xwe dan Ewropayê li Derya Spî xeniqîn.