Li peravên Cezayîrê drama koçberan: 10 cenaze ji avê derxistin

Ji gorî daxuyaniya ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Cezayîrê ve hate dayîn, yekîneyên ewlekariya peravan di nava çend keştiyan de 485 koçber tesbît kiriye û cenazeyê 10 kesî jî avê derxistine.

Yekîneyên ewlekariya peravê, di navbera dîroka 15 – 19’ê Îlonê de li peravên rojava û rojhilatê welat keştiyên ku koçber li nav rawestandibû. Li gorî Wezareta Parastinê bi giştî 42 operasyon hatine kirin.

Wezaretê diyar kir ku di keştiyên ku yekîneyên ewlekariyê yên peravê ku ew sekinandî de 458 koçber tesbît kiriye û cenazeyê 10 koçberan jî ji avê derxistiye.

Li gorî daneyên ajansa Frontex a kontrola sînorê Ewropayê dike di 9 mehên ewilê yên sala 2020’ê de 5 hezar û 225 Cezayirî ketine ser rêya Rojhilatê Behra Spî. Lê li gorî hinek pisporan ev dane zêdetirin.