Li Peravê Diranên Fîlan beriya hilbijartinê bi dehan kes mirin

Li Peravê Diranên Fîlan ku wê di nava du rojên hilbijartinên Serokatiyê de bên kirin, beriya hilbijartinê şer qewimî. Di şer de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Peravê Diranê Fîlan ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, roja Yekşemê wê hilbijartinên Serokdewletiyê bê kirin. Lê belê di pêşbirka hilbijartinê de ya navbera Serokdewlet Alassane Quattara û Henri Konan Bedie de ku salên 90'î serokatî kiribû, xwîn rijiya. Bedie bi dîktatoriyê Quattara sûcdar dike.

Hate ragihandin ku li paytext Abîdjanê gelek kes ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin, li gelek herêman komên bi ço û kêran daketin qadan û gef xwarin.

Li gorî daxuyaniya rayedaran di bûyerên beriya hilbijartinê de herî kêm 15 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di sê mehên dawî de di şerê ji ber hilbijartinê de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Peravê Diranê Fîlan piştî hilbijartinên sala 2010'an di şer de 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.