Li parlementoya Iraqê heft wezîr hatin diyarkirin

Heft wezaretên Bexdayê ku rewşa wan şêlû hatibû hiştin û nehatibûn dabeşkirin, îro navên wan hatin eşkerekirin û parlementoya Iraqê jî deng da wan.

Îro parlementoya Iraqê bi serokatiya Mihemed ElHelbûsî û amadebûna 247 parlementeran ve rûniştina xwe ya asayî pêk anî.

Parlemana Iraqê di rûniştina xwe de ji bo wan wezîran dengê erê da:

Wezîrê Petrolê: Ebdulcebar Îsmaîl

Wezîrê Karên derve: Fuad Mihemed Husên

Wezîrê Koç û Koçberan: Îvan Fayiq Yeqûb

Wezîrê Bazirganiyê: Ela Ehmed Hesen

Wezîrê Çandiniyê: Mihemed Kerîm Casim Salih

Wezîrê Dadê: Salar Ebdulsetar Mihemed Husên

Wezîrê Seyran, Rewşenbîrî û Cih û War: Hesen Nazim Ebdulhemadî