Li Parîsê yekî bi kêrê êrîş kir: 2 kes mirin

Li paytexta Fransa Parîsê, yekî bi kêrê êrîş kir. Ji ber êrîşê ku li cihekî nêzî meydana Operayê rû da, tevî êrîşkar 2 kes mirin.

Êvara roja Şemiyê li taxa duyemîn a paytexta Fransa Parîsê, li nêzî meydana Operayê kesekî êrîş bir ser mirovên li derdora xwe.

Ji ber êrîşê kesek mir, gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî BFMTV 8 kes birîndar bûne ku rewşa tenduristiyê ya du ji birîndaran giran e. Li gorî AFP'ê jî, polîsan ragihand ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Êrîş saet 21'ê hate kirin. Hê nayê zanîn bê ji ber çi hatiye kirin.

Van salên dawî li Fransayê gelek caran êrîş bûn. Herî dawî 23'ê Adarê li Trebes û Carcassonneyê gelek êrîşên giran bûn. Ji sala 2015'an û vi ve li Fransayê 245 kes ji ber êrîşan mirin.