Li Parîsê hewl dan ku êrîşî jendirmeyan bikin
Li paytexta Fransayê Parîsê li bilwara Champ-Elyseesê otomobîlekê li wesayîta jendirmeyan xist. Polîsan ragihand ku di wesayîtê de çek û teqemenî heye.
Li paytexta Fransayê Parîsê li bilwara Champ-Elyseesê otomobîlekê li wesayîta jendirmeyan xist. Polîsan ragihand ku di wesayîtê de çek û teqemenî heye.
Têkildarî kesê ku li bilwara Champ-Elyseesê li wesayîta jendirmeyan xistiye, hat ragihandin ku kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Lê agahî hat dayîn ku ‘bi zanebûn’ ev lêketin pêk hatiye û wê Serdozgeriya Antî-Terorê lêpirsînê bidomînin.
Hat îdîakirin ku di encama lêketina wesayîtê ya di saet 16.00’an de wesayît teqiyaye û agir pê ketiye û ajovanê wesayîtê jî bi giranî birîndar bûye.
Piştî bûyerê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Li Champs-Elyeesê di meha Nîsanê de beriya hilbijartinên serokkomariyê êrîşek pêk hatibû û polîsek miribû. Çeteyên DAIŞ’ê êrîş li xwe girtibûn.