Li Pakistanê ji bo Keşmîrê bi hezaran kes daketin kolanan

Li ser banga Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han bi hezaran kes ji bo Keşmîr a ku parçeyek wê di bin kontrola Hindistanê de ye daketin kolanan.

Li gorî saeta xwecihî danê nîvro li tevayî welat bang hate kirin û li qenalên televîzyonan marşên Keşmîr û Pakistanê hate gotin.

Bi marşan re wesayîtên li trafîkê deqîqeyekê rawestiyan. Li paytext Îslamabadê bi hezaran kes li pêşiya avahiya hikûmetê ku Serokwezîr Îmran Han ji bo bangkirina netewê bikartîne lihev civiyan.

Îmran Han got ku heta Keşmîr azad nebe ew ê têbikoşin û wiha domand; “Em ê heta dawiya nefesa xwe li cem Keşmîrê bin. Îro em ji Keşmîriyan re dibêjin em li gel we ne û êşa we parve dikin.”

Ev roja çalakiya netewî weke rêzeçalakiyên ku Îmran Han dawiya Îlonê beriya biçe Desteya Giştî ya Netewên Yekbûyî tê nirxandin. Tê payîn ku Han mijarê di Desteya Giştî ya li New Yorkê de bîne rojeve.

Piştî ku Hindistanê serê meha Tebaxê statuya taybet ya Keşmîrê paşve kişand di navbera Hindistan û Pakistan ku du welatên mezin yên cîran ên Asyaya Başûr e rageşiyek mezin çêbû.

Pakistan û Hindistan piştî parçebûna 1947’an ji bo Keşmirê 3 caran şer kirin. Meha Sibata sala derbasbûyî li herêma Keşmir a Hindistanê komên çekdar 40 paramîlîterên Hindistanê kuştibûn û piştî vê di navbera her du hêzên nukleerî de kêm mabû ku şer ji nû ve dest pê bike.