Li Pakistanê êrîşa li dijî taxa Xiristiyanan: Dêr hatin şewitandin

Bi sedan Misliman bi îdiaya ku li rojhilatê Pakistanê malbatekê “Quran şewitandine” êrîşê taxa Xiristiyanan kirin, gelek dêr hatin şewitandin û goristanek jî xera kirin. Polîsan zêdeyî 100 kes destgîrkirin.

Roja Çarşemê bi sedan kes êrîşî taxa Jaranwala ya bajarê Faysalabad li eyaleta Pencabê kirin. Di êrîşê de gelek dêr hatin şewitandin û goristanek jî hate rûxandin.

Êrîş piştî ku komeke fanatîkên olî malbateke Xiristiyan bi kufrê li dijî Quranê ku pirtûka pîroz a Îslamê ye tawanbar kir, dest pê kir.

Berdevkê rêveberiya Pencabê diyar kir ku zêdetirî 100 kes hatine destgîrkirin û got li malbata ku tên sûcdarkirin digerin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku hat dayîn de wiha hat gotin: “Quran hat îmhakirin û hestên Mislimanan birîndar bûn. Ji bo girtina bersûcan biryara girtinê hat dayîn.”

Niştecihên Xiristiyan ên taxê gotin ku pencere û derî hatine şikandin, sarinc, sof, kursî û kelûpelên din li seranserê dêrê hatine komkirin û şewitandin. Hat diyarkirin ku êrîşkaran Încîl, pirtûka pîroz a Xiristiyanan jî şewitandine. Xaça li serê dêrê jî hate rakirin.

Hat ragihandin ku êrîşkaran xisareke mezin dane malên Xiristiyanan. Di dîmenên ku li ser torên civakî hatin weşandin de hat bihîstin ku rayedarên Misliman bang li alîgirên xwe dikin ku tevî wan êrîş bikin.

QANÛNA KUFRÎ LI DIJÎ HINDIKAHIYAN WEKE ÇEKÊ TÊ BIKARANÎN

Li Pakistanê, kufr pirsgirêkek pir hesas e. Bêyî ku delîlek hebe, bi tenê gotegot dikare rê li ber cînayet û lîncê veke. Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan a Pakistanê gelek caran diyar kiriye ku, yasaya kufrê ji bo hedefgirtina kêmneteweyên olî, ji bo çareserkirina dozên kesane wekî çekek bikar anîn û ku tundûtûjiya bi vî rengî di salên dawî de her ku diçe zêde bûye.

Xiristiyanên ku ji sedî 2 ê nifûsê pêk tînin, gelek caran dibin hedefa îdiayên kufrê yên bêbingeh. Ji ber sûcên bi vî rengî siyasetmedar û parêzer hatin qetilkirin, xwendekar hatin lînçkirin.

Dewletên Yekbûyî ji hikûmeta Pakistanê xwest ku lêkolînê li ser êrîşan bike. Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel roja Çarşemê got: "Ji ber vê bûyerê ku li Pakistanê bi îdîayê bêrêzî li hemberî Quranê hatiye kirin û bi hedefgirtina dêr û malên gel bi encam bûye, em gelek xemgîn bûne.” 

Berdevk got, “Tundî û ango gefa tundiya bi tu awayî nayê pejrandin.” 

Berdevkê Amerîkayê got: "Em bang li rayedarên Pakistanê dikin ku li ser van îdiayan lêkolînek berfireh bikin û aramiyê pêk bînin."

Wekîlê serokwezîrê nû yê Pakistanê Enwer-ul-Hak Kakar diyar kir ku, ew ji bûyeran aciz in û wiha got: "Li hemberî kesên ku qanûnan binpê dikin û kêmneteweyan dikin hedef dê tedbîrên tund bên girtin."