Li NY’yê dengdana Sûriyeyê: Merkel û Macran bangî Pûtin kirin

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron û Serokwezîra Elmanya Angela Merkel ji bo agirbesta li Sûriyeyê, name ji bo Serokê Dewleta Rûsya Vladimîr Pûtîn re şand. Rûsya ragihand ku ew amadene dengdana agirbestê bikin.

Merkel û Macron di nameya hevpar de daxwaz ji Pûtîn kirin ku di Konseya Ewlehiya NY’yê de ji bo pêşnûmeya agirbestê deng bikarbîne. Diyar bû plana 30 rojan a agirbestê ji bo alîkariya mirovî û tehliyekirina birîndarên Rojhilatê Gûtayê ye.

Şefa Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropa Federîca Mogherînî jî nerazîbûn nîşanî ‘hovitiya’ li Rojhilatê Gûtayê da û got: ‘Divê komkujî demildest rawestin’.

Pêşnûme wê roja Înê di seata Ewropa 17:00’an de li Konseya Ewlehiya NY were deng dan.

Têkildarî pêşnûmeya NY’yê, Rûsyayê daxuyanî da. Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand ku ew amadene dengê erê ji bo abirgesta 30 rojan bikarbînin.

Li gorî nûçeya Înterfaxê, Lavrov pêşnûmeya ku DYA û komên bi çek ên îtifaqê li ser agirbestê li hev bidin jî red kiriye.

Nehate zanîn bê ka pêşnûme êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya li ser Efrînê wê bikeve heman çarçoveyê yan ne.