Li Nikarguayê êşkence li 229 dijberên hikumetê hate kirin
Li Nikaraguayê 229 kesên ku bi hincetên siyasî hatibûn binçavkirin rastî êşkenceyê hatin.
Li Nikaraguayê 229 kesên ku bi hincetên siyasî hatibûn binçavkirin rastî êşkenceyê hatin.
Hat zanîn ku li Nikaraguayê kesên ji ber hincetên siyasî hatine binçavkirin rastî êşkenceyê hatine. Li gorî rapora Kolektîfa Mafên Mirovan a Careke din Qet (Nîkaragua Never Again) di heft salên dawî de 229 kesên ji ber hinceta siyasî hatine binçavkirin rastî ‘êşkence’ û ‘sucên li hemberî mirovahiyê’ hatine.
Di raporê de hat gotin, ji nêzikî 2 hezar kesên ku ji ber protestoyên li hemberî hikûmetê hatine binçavkirin 183 mêr û 46 jin rastî êşkenceyê hatine. Êşkenceyên hatine kirin ji lêdan, lêdana bi çekê, destavêtin, gefxwarin, fetisandin, ceyrandayîn, şewitandin, neynik û diran kişandinê pêk tê.