Li Nîkaragûayê xwepêşandanên li dijî Ortega: 134 kes mirin

Li Nîkaragûayê ku xwepêşandanên li dijî hikumetê dewam dikin, di nava 2 mehan de herî kêm 134 kes mirin.

Li dijî projeya 'reformê' ya Serokdewletê Sosyalîst Daniel Ortega û hikumetê, ku mafên teqawîtan kêm dike, destpêka meha Nîsanê xwepêşandanan dest pê kiribûn û heta niha dewam dikin.

'Hevdîtinên diyaloga neteweyî' ku bi navbeynkariya Dêra Katolîk çend hefte beriya niha dest pê kirin, bi hinceta ku 'zext dewam dikin' ji aliyê dêrê ve 30'ê Gulanê hatin qedandin.

Li gorî daneyên navenda Mafên Mirovan a Nîkaragûayê (Cenidh) di xwepêşandanên dijî hikumetê de heta niha herî kêm 134 kes mirine. Li gorî daxuyaniya Cenidh, tenê pêr li du bajarên li bakurê welêt 3 xwepêşandêrên ciwan bi çekê hatin kuştin.