Li Nîjeryayê piştî êrîşa li dijî dêrê 11 misilman hatin kuştin

Li eyaleta Benûe ya Nîjeryayê piştî êrîşa li dêrê, girseyeke qelebalix 11 misilman kuşt.

Li walîtiya Benûeyê şêwirmendê karên îslamî Rîlwanû Adamû got, “Di vê krîzê de 11 kes ji me hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn”

Êrîş li taxên cihên yên bajêr pêk hat. Hate ragihandin, dibe ku bîlanço girantir bibe.

Hate diyarkirin ku girseya qelebalix li bazara Makûrdî du camî hilweşandine û 5 kesên birîndar beriya ku werin lînçkirin bi mudaxeleya leşkeran hatine rizgarkirin.

Roja Sêşemê di dema ayînê de êrîş li dijî dêrê hatibû kirin, 2 rahîp û 16 kes hatibûn kuştin.

Li Nîjeryayê şer bêtir di navbera cotkarên Xirîstiyan û koçberên misilman û gelê Poller pêk tê. Cotkar diyar dikin ku koçber xisarê didin heywanên wan.

Koma Krîza ya Navneteweyî di Îlona 2017’an de raporek weşandibû û diyar kiribû ku di sala 2016’an de li Nîjeryayê ji ber van şeran 2500 kes mirine.