Li New Yorkê êrîşek çekdarî: 2 mirî, 14 birîndar

Li New York a DYE’yê di êrîşa çekdarî ya di çalakiyek a şevê de 2 kes mirin û 14 kes birîndar bûn.

Li New Yorkê di çalakiyek a şevê de êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de jinek û ciwanekî jiyana xwe ji dest da, 14 kes jî birîndar bûn. Di derbarê êrîşê de hetanî niha tu kes ne hatiye girtin.

Di derbarê êrîşa ku di şeva navbera Înê û Şemiyê de çavkaniyên polîsan diyar kir ku “Bi giştî 16 qurbanî hene, 2 jê mirine.”
Hate diyarkirin ku ji miriyan yek 18 û yê din jî 22 salî ye. Li gorî kesên rayedar diyar kirî ji 14 kesên birîndar jî xeteriya jiyanê nîne.