Li Mynmarê bi sedan leşker revîn Hindistanê

Hat ragihandin ku li Myanmarê li dijî pêşveçûna hêzên serhildêr 300 leşkerên cûnta revîne Hindistanê.

Artêşa Arakan di meha Kanûnê de li dijî hêzên ewlehiyê operasyoneke mezin da destpêkirin û ji derbeya 2021’an ve piştî ku artêşa li ser desthilatdariyê paşvebirî û vir ve li hin herêmên li ser sînorê Hindistanê yê Myanmarê pevçûnên çekdarî diqewimin.

Pevçûnên ku qewimîne, dawî li agirbestê anî ku ev agirbest ji dema derbeyê û vir ve li herêmê di rêjeyeke mezin de dihate pêkanîn.

Artêşa Arakan roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku bajarokê Paletwa yê li Eyaleta Chîn a nêzî 20 kîlometre ji sînorê Bangladeş dûr e, bi dest xistine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 6 baregehên leşkerî yên li ser sînorê eyaleta Mîzoram a Hindistanê ku roja Çarşemê leşkerên cûntayê çûn wir, hate bidestxistin.

Subayeke ji Hindistanê daxuyanî da AFP’ê û got ku bi giştî 276 leşker gihiştine gundê Bondûkbangsora.

Subay got ku wan ew li kampa xwe bi cih kirine û anî ziman ku leşkerên hatin “hemû alîkariya pêwîst” ji wan re tê dayîn.

Subay ragihand ku wan daneyên biyometrîk ên leşkeran berhev kirine û destûr ji Wezareta Parastinê ya li Delhî’ya Nû wergirtine ku wan vegerînin Myanmarê.

Du balafirên leşkerî yên Myanmarê ji bo ku leşkerên xwe ji şer vekişandine kom bike û vegerîne welatê wan, gihiştin Aîzawl’ê ku bajarê navendî yê Eyaleta Mîzoram e.

Di meha Cotmehê de tifaqeke ku di navbera Artêşa Arakan û du komên din ên etnîk de hate avakirin, li Eyaleta Shan li dijî cûntayê êrîşeke hevpar dan destpêkirin û bajarok bi dest xistin û navendên tîcaretê yên jiyanî yên li ser sînorê bakurê Çînê bi dest xistine.

Tifaq piştî hatî ser desthilatdariyê û vir ve piştî pevçûnên ku bi mehan dewam kirî, hefteya borî li herêmê bi navbeynkariya Çînê agirbestek îlan kiribû.