Li Moskowê îxbarên bombeyan: 20 hezar kes hatin derxistin

Li paytexta Rûsyayê Moskowê ji ber alarma bombeyan 20 hezar kes hatin derxistin, avahiyên dewletê, navendên bazirganî û dibistan hatin girtin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûs ji ber alarmên bombeyan nêzî 90 avahiyên dibistana bilind, navendên bazirganî, nexweşxane û îdarî hatin girtin.

Li paytextê nêzî 20 hezar ji avahiyan hatin derxistin. Beriya bi çend rojan li mezintirîn bajarê duyem ê welêt St. Petersbûrgê jî mirov hatibûn derxistin lê îxbar ne rast derketibûn.

Li paytext piştî tehliyekirinê di lêgerînan de heta niha tiştek biguman nehatiye dîtin.

Rayedaran gotin îxbarên bombeyan di serî de ji Ukraynayê, li derveyî welêt bi rêya emaîlan hatine kirin.

Dawiya 2017'an Rûsyayê bi rêya telefonê pêleke îxbaran çêbûbû û tirs bi xwe re çêkiribû. Ji ber van îxbaran nêzî 2 milyon kesî hatibû tehliyekirin, lê ti bombe nehatibûn dîtin.

Nayê zanîn bê ka ji bo îxbaran çi qas ziyana aborî bûye, lê rayedarekî ewlehiyê got bi milyonan rubble ziyan çêbûye.