Li Moskowayê çalakiya li dijî qanûna rewakirina şîdeta li nava malbatê
Li paytexta Rûsya Moskowayê, bi qasî 100 kes li dijî qanûna ku şîdeta li nava malbatê rewa dike, çalakiyeke protestoyî lidar xistin.
Li paytexta Rûsya Moskowayê, bi qasî 100 kes li dijî qanûna ku şîdeta li nava malbatê rewa dike, çalakiyeke protestoyî lidar xistin.
Qanûna ku cezayê li kesên li nava malbatê şîdetê dikin sivik dike, di nava hefteyê de ji aliyê Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ve hat erêkirin.
Endama Komeleya Piştevanî û Mexdûrên Şîdeta Zayendî 'Xwişk' Natalîa Tîmofeyeva, ku di çalakiya protestoyî de amade bû, li ser armanca çalakiyê ji AFP'ê re axivî.
Tîmofeyeva got, "Ji bo em mafê xwe yê jiyanê yê bê şîdet û bê tirs dest nîşan bikin, em li vir in. Ji sedî 40 ê şîdetê di nava malbatê de tê kirin û kêm ji van bûyeran diçin ber destê polîsan."
Bi şertê ku li parkeke dûrî navenda bajêr, rayedaran destûr dan ku xwepêşandana li dijî şîdeta li nava malbatê bê lidarxistin.
Parêzer Marîe Davtîn got, "Şîdeta li nava malbatê sûcek e. Mafê her kesî heye ku ewle be û bi qanûnan were parastin. Ji bo şîdeta li nava malbatê her tim weke sûcekî bimîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Pêşnûme qanûna li ser şîdeta li nava malbatê, di dawiya meha Çileyê de hema bêjin ji aliyê tevahiya parlamenteran ve hat qebûlkirin. Senatoyê jî di meha Sibatê de pêşnûme erê kir. Ev qanûn, cezayê li şîdeta li nava malbatê tê birîn, kêm dike. Sûcê ku beriya niha bi 2 salan cezayê girtîgehê dihat cezakirin, niha bi şertê ku dubare nebe bi cezayekî kêm ê pereyan tê cezakirin. Ev qanûn roja Sêşema bihurî ji aliyê Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ve hatibû erêkirin.
Li gorî ajansa statîstîkan a neteweyî, di sala 2015'an de 49 hezar 579 bûyerên şîdeta li nava malbatê hat tespîrkirin. 35 hezar 899 ji van li dijî jinê hatine kirin. Li gorî Komeleya Alîkariya bi Mexdûrên Şîdetê re (ANNA) di sala 2015'an de 7 hezar 500 jin bûne qurbanê şîdeta hevserên xwe.