Li Misrê qonaxa destpêkê ya hilbijartinên giştî pêk hat

Asta destpêkê ya hilbijartinên giştî yên Misrê li 14 wîlayetan pêk hat. Buroyên dengdanê êvara Yekşemê hatin girtin. Tê payin ku eniya Serokkomar Abdul Fetah El Sîsî teqez bi ser bikeve.

Qonaxa destpêkê ya hilbijartinê, Qahîre, Skenderiye, Asvan û hin bajarên din ên mezin jî di nav de li 14 wîlayetan pêk hat. Buroyên dengdanê roja Yekşemê li gorî dema herêmê saet di 21:00 de hatin girtin.

Li vî welatê ku nifûsa xwe 101 milyon mirov e bang li 63 milyon mirovî hate kirin ku dengê xwe bidin. Bi vê hilbijartinê re wê ji 596 parlamenteran 568 parlamenter bên nûkirin.

28 parlamenterên mayî jî wê ji aliyê Serokkomar El Sîsî ve bên tayînkirin.

Her qonaxa hilbijartinê bi du tûran tê kirin. Qonaxa duyemîn a li 13 wîlayetan jî tê plankirin ku meha Mijdarê bên kirin. Tûrên duyemîn wê di mehên Mijdar û Kanûnê de pêk werin.

Encamên dawî jî wê 14'ê Kanûnê bên eşkerekirin û parlamenterên nû wê meha Çileya 2021'ê dest bi wezîfeya xwe bikin.

Baskê jêrîn ê parlamenta heyî ku sala 2015'an hate hilbijartin bi giranî ji aliyê koalîsyoneke alîgirê hikumeta bi lîderiya partiya "Mustakbal Watan" (Paşeroja neteweyekê) ve tê birêvebirin.