Li Misrê kavilê pîramîdekî nû hate dîtin
Li Misrê, di encama xebatên arkolojîk de kavilê pîramîdekî ji 3 hezar 700 salî hate dîtin.
Li Misrê, di encama xebatên arkolojîk de kavilê pîramîdekî ji 3 hezar 700 salî hate dîtin.
Midûrê Daîreya Berhemên Misra Antîk Mahmûd Afîfî got, kavilê pîramîdê hatiye dîtin li başûrê paytext Qahîreyê ye. Afîfî diyar kir, pîramîdê navborî li bakurê pîramîdê Bent e, ku ji aliyê Fîrewn Snefrû ve hate çêkirin.
Afîfî ragihand, kavilê di nava Dahşûr Nekropol de ye, 3 hezar 700 salî ye.
Berpirsyarê Dahşûr Nekropol Adel Okaşa diyar kir, bi saya blokên li nava kavilan de hatin dîtin, konfîgurasyona hundirîn a pîramîd tê fêhmkirin.