Li Misirê qezaya trenê: 30 mirî
Di qezaya trenê ya li bakurê Misirê de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya trenê ya li bakurê Misirê de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
Li gorî televziyana dewleta Misirê li bajarê Khurşîd ê dikeve rojhilatê Îskenderiyê 2 trenên rêyîwan li hev qelibîn.
Di qezayê de li gorî encamên destpêkê nêzîkî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya malpera înternetê ya El Arabiya yê 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û 109 kes jî birîndar bûn.
Xebatên rizgarkirina birîndar didome, têpayîn ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Di sala 2002'an de li Misirê, di qezayekî din a trenê ya li rojhilatê paytext Qahîrê de 370 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev bûyer weke bûyera herî mezin a rêya hesîn derbasî qeydan bibû.