Li Meksîkayê karesata tankerê: Bi dehan kes mirin
Li Meksîkayê duh tankerek teqiya û di encamê herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Meksîkayê duh tankerek teqiya û di encamê herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li rojavayê welêt, tankerek barê xwe benzîn bû, li otobuseke rêwiyan ket.
Ev qeza giran li ser rêya navbera eyaletên Mîchoacan û Gûerrero rû da. Li gorî rojnameya Mîlenîo herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rojnameyê agahiyên li ser nûçeyên xwe spart hêzên parastina sivîl û da zanîn, herî kêm 30 kes di otobusê de bûn.
Hat ragihandin, di dema teqînê de 40 hezar lître benzîn di tankerê de hebû.
Li gorî hin çavkaniyan, hejmara miriyan 24 e.