Li Meksîkayê goreke din a komî hate dîtin

Li eyaleta Gûanajûato ya Meksîkayê goreke komî hate dîtin. Di vê komê de 59 kes hatine veşartin.

Li eyaleta Gûanajûato ya Meksîkayê goreke komî hate dîtin û hate diyarkirin ku di vê gorê de cenazeyê 59 kesan heye. Rayedaran diyar kirin çend gorên komî tespît kirine û xebatên wan didome.

Komîsyona Neteweyî ya Lêgerîna Mirovan a girêdayî hikumetê diyar kir ku çend gorên din ên komî hene.

Seroka Komîsyonê Karla Qûîntana ji CNB’ê re axivî û diyar kir ku beşeke zêde ya cenazeyan yê ciwanan e.

Hate diyarkirin ku ev xebat bi 80 kesan hatiye kirin û 52 cenaze hatiye derxistin. Hate diyarkirin ku li bajarê Cîûdad Jûarez a nêzî sînorê DYE jî cenazeyê 2 jin û 6 mêran hatiye dîtin.

Tê diyarkirin ku dest û pêyê cenazeyan girêdayî bû.