Li Meksîkayê erdhejeke mezin bû, alarma tsûnamiyê hate dayin

Li Meksîkayê erdhejeke mezin bû. Herî kêm 6 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi rûdana erdhejê re ji Perûyê heta Hawaîiyê alarma tsûnamiyê hate dayin.

Li gorî servîsa sîsmolojiyê ya neteweyî ya Meksîkayê, dijwariya erdhejê 7.5 pile ye. Cihê ku erd lê hejiya jî eyaleta Oaxaca ya li başûrê welêt e. Li gorî agahiyên destpêkê 6 kesî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da xebatkarê parzûngeha petrolê ya Pemexê ye. Şîrketê ragihand ku piştî rûdana erdhejê şewat derketiye, lewma wan karê xwe rawestandine.

Rayedarên xwecihî gotin, erdhejê xisareke giran da Oaxacayê. Li paytext Meksîkoyê jî mirov bi erdhejê hesiyan. Şaredara paytext Meksîkoyê Claûdîa Sheînbaûm diyar kir ku li bajarê ku nifûsa xwe 22 milyon e tenê xisarên biçûk bûne.

Piştî ku erd hejiya li peravên Meksîkayê, Emerîka Navîn, Ekvator, Perû û Hawaîî yên li qiraxa Pasîfîkê alarma tsûnamiyê hate dayin. Li gorî hişyariya ku ji aliyê hikumeta Emerîkayê ve hate dayin, dibe ku pêlên bi bilindahiya 3 metreyî li qadên ku bi 1000 kîlometreyî dûrî cihê rûdana erdhejê ye bixin.