Li Meksîkayê di nava 3 mehan de 7.667 kes hatin kuştin
Li Meksîkayê di çaryeka destpêkê ya salê de 7 hezar û 667 kes hatin kuştin. Ev hejmar li gorî par bi rêjeya 20 ji sedî zêde bûye.
Li Meksîkayê di çaryeka destpêkê ya salê de 7 hezar û 667 kes hatin kuştin. Ev hejmar li gorî par bi rêjeya 20 ji sedî zêde bûye.
Hejmarê fermî yên li Meksîkayê hatin weşandin nîşan didin bê hejmara cînayetan çiqasî zêde bûye. Sala 2017'an ji xwe sala herî bi xwîn û dijwar a 20 salên dawî bû. Par di çaryeka destpêkê de 6 hezar û 406 kes hatibûn kuştin.
Îsal meha Çileyê 2 hezar û 549 kes, meha Sibatê 2 hezar û 389 kes û meha Adarê jî 2 hezar û 729 kes hatin kuştin. Bi giranî jî bi çekê hatin kuştin.
Zêdebûna şîdetê nîşan dide ku trafîka narkotîkê zêde bûye. Di vê demê de her wiha dizîtiya sotemeniyê, revandina mirovan, fîdye û sûcên din ên krîmînal zêde bûne.
Li Meksîkayê par tevahiya salê 25 hezar û 339 kes hatibûn kuştin. Ev hejmar ji sala 1997'an dema destpêkirina weşandina statîstîkên neteweyî û vir ve hejmara herî zêde bû.
Gelê Meksîkayê wê di nava vê şîdeta giran de 1'ê Tîrmehê Serokkomar hilbijêre. Di hilbijartinê de her wiha wê endamên Kongreyê, gelek şaredarî û meclîsên eyaletan bên hilbijartin.