Li Marsê madeyên organîk ên kompleks hatin dîtin

Ajansa fezayê ya Amerîkayê NASA ku li Marsê bi pey şopa jiyanê ketiye, li gerestêrkan sor madeya herî kompleks tespît kir.

Li gorî lêkolîneke ku di kovara Scîence de weşiyayî amûra Curîosîty ku şandibûn Marsê di berbelavbûna metanê de têkildarî guherîna demsalan delîl dîtin. NASA’yê diyar kir ev gaza ku nîşaneya hebûna biyolojik e ji gerestêrkê bixwe tê. Metan li tebeqayên qeşayê yên bin rûzemînê dikare were stokkirin.

Li nav kratera Galeyê ku tê gotin berê golek bûye, li zemîma çiyayê Sharpê, bi kûrahiya 5 santîman, ji latên 3,5 milyar salî eşantiyonên madeyên organîk hatin bidestxistin.

Yek ji nivîskarê sereke yê lêkolînê yê ku li navenda Goddardê ya NASA’yê dixebite astrobiyolojîst Jennîfer Eîgenbrode got, ‘’Ev pêşketineke berbiçav e, ji ber ku, ev nîşan dide ku madeya organîk li derdora herî dijwar a Marasê jî tê parastin.’’

Eîgnbroe ku ji AFP’ê re axivî, got, ‘’Ji bo şopa jiyanê dibe ku em tiştekî baştir bibînin.’’

2012’an amûra Curîosîty ku çûbû gerestêrka sor, 2014’an kêm jî be madeyeke organîk keşf kiribû. Sanheev Gupta ku li Koleja Emperyal a Londrayê profesor zêanînên cîhanê ye û her wiha hevnivîskarê lêkolînê ye, got, ‘’Ev lêkolîn pêkhateyên kompleks ku di nav tortê de hatî keşfkirin bi berfirehtir nîşan dide. Ev nayê maneya ku jiyan heye lê pêkhateyên organîk hîma jiyanê ye.’’

Gupta got eşantiyonên madeyên organîk dibe ku ji meteorekê an jî karbon, kevirê kîlî yê reş an jî ji formasyonên jeolojik ên hevnirxê wê yan jî ji têşeyekî jiyanê hatibe. Gupta li ser kratera Galeyê got, ‘’Heke li ser Marsê bûbe, ji bo jiyanê cihê herî guncan e.’’

Ji zanîngeha Tubîngenê ya Elmanyayê Inge Loes ten Kate got, ‘’Ev keşf teza jiyana potansiyel a li ser Marsê destek dike.’’ Kate got, ‘’Curîosîtyê nîşan da ku kratera Galeyê dişibe şertên pêkhatina dinyayê ya beriya bi 3,5 milyar salî.’’