Li Maliyê li ser tesîseke tûrîstîk êrîşekî çekdarî hate kirin
Hat ragihandin ku li Maliyê li tesîseke tûrîstîk a ku hemwelatiyên rojavayê cîhanê lê hene, dengê çekan hatiye.
Hat ragihandin ku li Maliyê li tesîseke tûrîstîk a ku hemwelatiyên rojavayê cîhanê lê hene, dengê çekan hatiye.
Li gundê betlaneyê Le Campementê ya li bajarê Doûgoûrakoro ya li rojhilatê paytextê Bamakoyê yê Maliyê ye, di destê êvarî de dengê çekan hatiye.
Li gorî agahiyan li vê derê zêdetir hemwelatiyên rojavayî hene. Piştî bûyerê gelek yekîneyên antî-terorê çûn vê derê û hat ragihandin ku yekîneyên leşkerî yên Fransayê jî di nav wan de ne.
Çavkaniyên Maliyê agahî nedan bê ka kes mirine yan na.