Li Maliyê 10 gundiyên din hatin kuştin

Li Maliyê, li gundekî ku sînorê Burkîna Fasoyê ye, kesên çekdar êrîş anîn û 10 kes kuştin. Kesên çekdar gund şewitandin.

Li gorî rayedaran di êrîşê de gundê Kurkanda bû hedef. Nasnameya êrîşkaran nehate tespîtkirin. Li Maliyê bi giştî komên cîhadî hêzên ewlehiyê dikine hedefa xwe, sivîl jî di şerê nav komikan de dibine qurban.

Yek ji rayedarê gundê Kurkandayê Ûsiv Togo ku ji AFP'ê re axivî, got, ''Berê sibehê komên biçûk bi motosîklêtan hatin, hemû  bi çek bûn. Li dora gundê biçûk çûn û hatin. 9'ê Adarê saet 20.00'an êrîş anîn.''

Hate diyarkirin komên çekdar komî ser he bûne, êrîş anîne ser gundê Kurkanda û gund şewitandine.

Berpirsê îdarî yê bajarê Bankassê Yanah Dolo got, ''10 kes mirin, gund şewitandin. Û kesek pê nizane bê ka êrîşkar ji kûderê hatine.''

Kurkanda bi gundê Ogossagouyê re li heman herêmê dimîne, ku 14 sibatê ji gelê Pollerê 31 sivîl lê hatibûne kuştin.