Li Malezyayê balafir ket, 10 kes mirin
Hat ragihandin ku li eyaleta Selangor a navenda Malezyayê balafireke sivik li ser rê ket û 10 kes mirin.
Hat ragihandin ku li eyaleta Selangor a navenda Malezyayê balafireke sivik li ser rê ket û 10 kes mirin.
Şefê polîsên herêmî Muhammed Îkbal Îbrahîm ji AFP'ê re axivî û wiha got, "Di qezaya balafirê de heta niha herî kêm 10 kes mirine."
Îbrahîm bilêv kir ku 2 kes, yek ji wan di erebeyê de û yê din jî li ser motorsîkletê û 8 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane.
Qeza li nêzî bajaroka Şah Alam a paytexta eyaleta Selangorê qewimî.
Otorîteye Hewavaniya Sivîl a Malezyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di dema ketina balafirê de 6 rêwiyan û 2 xebatkarên balafirê hebûn û hate gotin ku derbarê mijarê de lêkolîn dane destpê kirin.