Li Londrayê 12 kes hatin binçavkirin

Têkildarî êrîşa li Londrayê 12 kes hatin binçavkirin.

Li paytexta Îngîltere Londrayê li taxên London Bridge û Boroûgh Market yên bajêr, vê sibehê êrîşek pêk hatibû, têkildarî êrîşê polîsan ragihand ku 12 kes hatine binçavkirin.

Çavkaniyên ji polîsan wiha daxuyanî  ragihandin; "Polîsên endamên yekîneyên antî terorê, li Barkîngê vê sibehê 12 kes binçav kirine. Kesên hatine binçavkirin têkiliya wan bi êrîşê re hene."

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li Barkîngê serdegirtina malan didome.

Nûçegihanekî Reûtersê ev agahî par ve kir ku li avahiyekê polîsan 4 jin derxistiye û rûyê jinan girtî bûye.

Di êrîşa şevê din pêk hatî de ji xeynî 3 êrîşkaran, 7 kes hatibûn kuştin.