Li Londonê wesayitekê pê li mirovan kir: 1 mirî, 8 birîndar
Li nêzî Mizgefta Fînsbûry Park a li Londonê, ajokarekî wesayita xwe bi ser mirovên li kêleka rê dimeşiyan ve ajot.
Li nêzî Mizgefta Fînsbûry Park a li Londonê, ajokarekî wesayita xwe bi ser mirovên li kêleka rê dimeşiyan ve ajot.
Bûyerê saet di 00:20 de li kolan Seven Sîsters a li bakurê Londonê qewimî. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûn.
Polîsan ragihand, ajokarê 48 salî ji aliyê mirovên li cihê bûyerê ve hatiye girtin û piştre ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
Serokwezîra Îngilîstanê Tehersa May diyar kir, polîs bûyerê weke 'êrîşeke terorê ya gengaz' dibîne.