Li Londonê di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin, li paytexta Îngilîstan Londonê, di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. 3 êrîşkar jî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Li gorî agahiyên destpêkê, li ser Pira Londonê mînîbuseke spî bi şev da nava mirovên bi peyatî dimeşiyan. Ji ser pirê heta marketa Boroûghê, mînîbusê pê li mirovan kir. Piştre 3 zilamên di mînîbusê de peya bûn û bi kêran êrîşî mirovên li derdorê kirin.

Ji ber vê êrîşê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, rewşa tenduristiyê ya hin ji birîndaran giran e.

Polîsê Metropolîtan ragihand, 8 deqe piştî ragihadina îxbara êrîşê, her sê êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.

Polîs ragihand, êrîşa ji bo pêşî li destwerdanê bigirin, êlekên xwekujiyê yên sexte li xwe kirine.

Roja 23'ê Adarê jî, li Westmînîsterê bi wesayîtekê êrîş hatibû kirin, 5 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, gelek kes jî birîndar bûbûn. Derketibû holê ku êrîşkar ji Tirkiyeyê hatiye.

CIVÎNA EWLEKARIYIÊ

Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May, beriya hilbijartina giştî ya pêşwext a roja Pêncşemê, kampanya xwe nîvco hişt û vegeriya Londonê. May wê îro komîteya ewlekariyê Cobra li hev bicivîne.

Şaredarê Londonê Sadiq Khan êrîş, bi "tirsonekî" bi nav kir û şermezar kir. Khan destnîşan kir, ku ti tişt êrîşên bi vî rengî yên barbarî rewa nake.

Lîderê Partiya Karker Jeremy Corbyn jî êrîş "zaliman e û mirovan dixe nava şoqê" bi nav kir. Corbyn bi rêya twîtterê peyamek weşand û got, "Ez li qurbanan û malbatên wan difikirim. Spasiya hêzên alîkariya lezgîn dikim."