Li Libnanê di protestoyan de 400 kes birîndar bû

Li Libnanê Şemiyê protestoyên dijî hikûjmetê hebûn. Di çalakiyên protestoyî de 400 kes birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya ku Xaça Sor a Libnanê dayî di çalakiyên protestoyî de yên roja Şemiyê nêzî 400 kesî birîndar bûn. Çalakiyên protestoyî bêhtir li derdora parlamentoyê ya li Bêrûdê û li Meydana Şehîdan pêk hatin.

Van heftiyên dawî li welêt rewşa aborî bi lez û bez xirab dibe, çîna siyasî hê jî ti hikûmetek ava nekirine ku ji daxwazên çalakgeran re bibe bersiv. Ji ber zexta kuçeyan Serokwezîr Saad Harîrî beriya bi du mehan ji kar vekişiyabû.

Şemiyê çalakî li ber avaniya parlamentoyê çêbû. Hin çalakgerên ku rûyê xwe girtibûn bi keviran bersiva êrîşa polîsan dan. Çalakgeran bendên ku polîsan danîn rakirin. Polîsan bi wesayitên ku ava jidiyayî dipiqîne û bi bombeyên gazê êrîş birin ser çalakgeran. 

Vê aloziyê bi saetan domand. Ziyan giha ser gelek eniyên pêş ên benqeyan. Van demên dawî gelek  caran benqe dibine hedefa tevgera gel. Benqe û rêveberên siyasî mîna kana nelirêtiyê têne dîtin.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî got destgîrkirin û 'asta tundiyê' ya polîsan a li ser çalakgeran nayê qebûlkirin.