Li Kubayê lehî rabû: 3 kes mirin, bi hezaran kes hatin veguhastin

Li herêmên rojhilat û navîn ên Kubayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de herî kêm 3 kes mirin, bi hezaran kes jî hatin veguhastin.

Barana zêde ku roja Pêncşemê destpê kir, roja Duşemê kêm kir. Lê belê li bajarên li rojhilatê giravê (Holgûîn, Camaguey, Granma, Santîago de Cûba û Las Tûnas) û li bajarê Sanctî Spîrîtûs ê li navenda welêt, operasyonên rizgarkirinê dewam dikin.

Parastina Sivîl ragihand ku ji ber felaketê 3 kes mirine, bi hezaran kes jî hatine veguhastin.

Li bajarê Granmayê 7 hezar û 500 kes ji malên xwe hatin veguhastin. Li Las Tûnasê jî zeviyên ji 700 hektarî zerar dît.

Serokdewletê Kubayê Mîgûel Dîaz-Canel got, "Em ê baş bibin, kes wê neyê jibîrkirin."

Baranê zerar li pir, rê û sîstema kanalîzasyonê kir. Seferên trenê yên ji Hawanayê diçin herêmên rojhilat hatin betalkirin.