Li Koreya Başûr ji ber bahozê herî kêm 6 kes mirin

Li Koreya Başûr ji ber bahoza Mîtagê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li başûrê Koreya Başûr şeva Çarşemê bahozeke dijwar rabû. Bahoza Mîtag bû sedema lehiyê.

Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî winda bûne. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da yekî 70 salî bû. Jinek jî ji ber ku xanî rûxiya jiyana xwe ji dest da.

Bayê ku ji ber bahozê rabû herêm ser û bin kir. Ji ber ku hejmara windahiyan zêde ye fikar hene ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe. Mîtag bahoza heftemîn e ku îsal li nîvgirava Koreyê xist.