Li Konyayê êrîşî Kurdan kirin: Ji heman malbatê 7 kes qetil kirin

Malbata Kurd a berî niha li Konyayê êrîşa nîjatperestî li ser hatibû kirin, cara duyemîn êrîş wan kirin. Ji heman malbatê 3 jê jin, 7 kes hatin qetilkirin.

Êrîşeke nîjatperestî birin ser malbata Kurd a li navçeya Meram a Konyayê hate kirin. Li ser malbata Dedeogûlleri ku 12’ê Gulanê komeke 60 kesî pêk dihat êrîş wan kiribûn, carekî din dîsa rû bi rûyê êrîşê hatin. Di êrîşa nîjatperest de ji malbata Ddeogûllari 3 jê jin, 7 kes hatin qetilkirin.

Di 12'ê Gulanê de li Taxa Bahçeşehîr a navçeya Meram a Konyayê, komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbatê Dedeogûllari ku ji Qersê ne. Kesên êrîş biribûn ser 4 jê jin 7 kesên malbata Dedeogûllari, gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn" û bi kevir, kêr û daran êrîş biribûn ser wan. Têkildarî êrîşê de 5 kes hatibûn girtin, lê bi hinceta "delîl kêm in" hatibûn berdan.