Li Konseya Ewlekariyê dîplomasiya ‘agirbestê’

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dengdana agirbesta li Sûriyeyê ya ku dixwest roja Îniyê bike, taloqî roja Şemiyê kir. Nîqaş didomin.

Konseya Ewlekariyê ji roja Îniyê ve hewl dide pêşnûmaya agirbestê ya ji Gûtaya Rojhilat erê bike. Ev dengdan roja Îniyê pêk nehat. Dîplomat diyar dikin ku ew ê roja Şemiyê saet di 17’an de dengdan pêk were. Ji ber ku Rûsyayê veto nekir, nîqaşên li ser pêşnûmayê didome.

Nûnerê Kuweytê Mansûr El Ûtaîbî diyar kir ku dengdan li ber erêkirinê ye. Pêşnûma ji aliyê Kuweyt û Swêdê hate amadekirin. Nîqaş jî di navbera Rûsya û van dewletan de didome. Fransa jî qasidiyê dike.

Rûsya ji bo ku komên çekdar li gorî biryarê tevbigerin, garantiyê dixwaze.

Piştî bomberdûmana li Gûtaya Rojhilat pêşnûmaya agirbestê hate rojevê. Tê îddîakirin ku li Gûtaya Rojhilat ji ber bomberdûmana rejîmê 500 kesên sîvîl mirine.