Li Kongoyê ji ber qezaya trenê 50 kes mirin

Li başûrê rojhilat ê Komara Kongo ya Demokratîk trenek ji rê derket û herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Karên Însanî Steve Mbîkayî bi rêya twitterê daxuyaniyek weşand û got, "felaketeke din rû da."

Mbîkayî diyar kir, li herêma Mayîbarîdî tren ji rê derket û ji ber vê yekê 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Kongo demeke dirêj e timî bi şewbê dikeve rojevê. Ji Tebaxa 2018'an ve ji ber şewba Ebolayê zêdeyî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha sorik û şewba kolera jî li Kongoyê pirsgirêkeke giran e.