Li Kongoyê di 6 mehan de 633 hatin înfazkirin

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) li Komara Kongoyê ya Demokratîk di nav 6 mehan de nêzî 700 kez bûne qurbaniyên înfaza giştî û bêdaraz.

Li gorî rapora serdemî ya ku ji hêla bûroya Mafê Mirovan a NY'yê ve hatî weşandin, di 6 mehên pêşî yên salê de, li Komara Kongo ya Demokratîk, 633 kes bûne qurbaniyên înfaza giştî û bêdaraz.

Di raporê ji 245 înfazan endamên hêzên ewlehiyê berpirs têne dîtin, her wiha tê gotin bi kêmanî 148 kes ji hêla komên çekdar ve hatine înfazkirin.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê bi kêmanî 3 hezar û 39 binpêkirinên mafê mirovan hatin testîpkirin. Di eynî serdema par de 3 hezar û 324 bûyerên binpêkirina mafa çêbûne.

Saziya NY'yê diyar kir 59 ji 100'î yê binpêkirina mafan ji hêla hêzên ewlehiyê ve, 41 ji 100'î ji hêla komên çekdar ve pêk hatine.

Hate diyarkirin di nav karmendên dewletê de yên ku herî pir mafan binpê dikin leşker in. 81 ji 100'î yê binpêkirinan li nêzî herêmên şer çêbûn. Nîvê van ji hêla memûrên dewletê ve û yên din ji hêla komên çekdar ve hatin çêkirin.