Li Komara Afrîkaya Navîn şer çêbû, 40 kes hatin kuştin

Li bajarê Brîa yê Komara Afrîkaya Navîn şerekî giran çêbû. Jêderkên herêmî diyar dikin bi kemanî 40 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.

Şer di navbera milîsên antî-Balaka yên alîgirê Xiristiyanan û endamên koma Seleka, koalîsyona Misilmanên berê de çêbû.

Beriya vî şerî bi rojekê 14 komên serhildêr û milîs peymanek li Romayê îmze kiribûn ku di peymanê de hatibû gotin divê agirbest demildest pêk were.

Bajarê Brîa di navbera komên dijber de bûye qada şer. Li gorî texmînan de tenê Gulanê 300 kes hatine kuştin û 100 hezar kes jî neçar maye ku malên xwe berdin.