Li Kolombiyayê şer: Helîkopterek ket

Li Kolombiyayê şerê navbera artêşê û gerîla giran bûye. Hate ragihandin ku helîkoptereke ku bi dehan leşker tê de bûn ketiye xwarê.

Piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) dawî li têkoşîna çekdarî anî. Lê belê komek ji gerîlayan ji FARC'ê cihê bû. Hate ragihandin ku di operasyonên dijî van gerîlayan de helîkopterek ketiye xwarê.

Li gorî daxuyaniya artêşa Kolombiyayê, li herêma navbera eyaletên Gûavîare û Vaûpesê di dema operasyonê de helîkoptereke bi tîpa Black Hawk ketiye xwarê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 17 leşker di helîkopterê de hebûn û cenazeyên herî kêm 11 leşkeran hatine dîtin. Li ser sedema ketina helîkopterê agahiyên berfireh nehatin dayin.

Serokdewlet Îvan Dûqûe li ser ketina helîkopterê got "qeza" ye.