Li Kolombiyayê peykerê Belalcazar hate hilweşandin
Li Kolombiyayê gelê xwecih peykerê Sebastian de Belalcazar ê Spanyol ê kefişkar-fetihkar hilweşand.
Li Kolombiyayê gelê xwecih peykerê Sebastian de Belalcazar ê Spanyol ê kefişkar-fetihkar hilweşand.
Li Kolombiyayê komeke ji gelê xwecih peykerê Sebastian de Belalcazar ê Spanyol ê kefişkar-fetihkar hilweşand. Her wiha bal kişandin ser tundiya dagirkeran a li ser gelê xwecih jî.
Piştî hilweşandina peyker gelek vîdeo hatin weşandin, di vîdeoyan de gel hilweşandina peyker pîroz dike.
Ji çalakgeran û endama gelê Mîsak Dîana Jembuel got, ''Bi hêza gel ji hêla sembolîk ve jî be em li dijî tinekirina gelan rawestiyan.''
Jembuel got hilweşîna gel bi banga gelên Mîsak, Nasa û Pîjao pêk hatiye.