Li Kolombiyayê li gel 'aştiyê' jî êriş dewam dikin

Ji sala 2016'an dema aştiya bi gerîlayên FARC'ê û vir ve li Kolombiyayê êriş û tundî dewam dike. Di pêla dawî de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Li gorî rayedarên xwecihî, li bajarê Mosqûera yê li eyaleta Narîno yê li başûrrojavayê welêt, di êrişekê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî dîmenekî li medya mecazî hate weşandin, êriş ji aliyê kesên çekdar ên di keştiyekê de hatiye kirin.

Hate ragihandin ku êrişeke din jî li eyaleta Caûcayê hate kirin û yek jê zarok herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan êriş li dijî kesên li pêşbirka dîkan temaşe dikin, hate kirin.

HIKUMETÊ ÇETE JI BÎR KIR Û GERÎLAYÊN BERÊ YÊN FARCÊ SÛCDAR KIR

Polîsên Kolombiyayê jî berpirsyarî xiste stuyê gerîlayên FARC'ê ku ji ber pêknehatina peymana aştiyê ji nû ve rahiştin çekê. Lê di vê der barê de delîlek şênber pêşkêş nekirin.

Lê belê rastiyek eşkere heye ku eyaletên Narîno û Caûca navenda bazirganiya narkotîkê ye ku di ser Okyanûsa Pasîfîk re ji bo welatên Emerîka navîn û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê tê kirin. Li gel vê yekê her wiha komên cuda hene ku ji bo kontrolkirina çavkaniyên madenê yên îllegal şerê hev dikin.

ÎSAL 61 CARAN KOMKUJÎ ÇÊBÛ

Li gorî Îndepazê ku saziyeke çavdêriyê ya serbixwe ye, li Kolombiyayê ji destpêka salê ve herî kêm 61 caran komkujî hate kirin. Neteweyên Yekbûyî êrişên ku di encamê de herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest didin, weke 'komkujiyê' pênase dike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şerê navxweyî yê Kolombiyayê de 90 ji sedî yê komkujiyên hatine kirin ji aliyê komên paramîlîter ên alîgirê hikumetê yan jî endamên artêşê ve hatine kirin.