Li Kolombiyayê êrîşa li ser baregeha leşkerî: 2 mirî, 21 birîndar

Generalê artêşa Kolombiyayê Luis Emilio Cardozo ragihand ku ragihand ku koma gerîla 'qemyoneke bombebarkirî bi kar anî' û êrîş şermezar kir.

Wezareta Parastinê ya Kolombiyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa bombeyê ya li ser baregeha leşkerî de 2 leşker mirin, 21 leşker birîndar bûn ku rewşa 5 ji wan giran e.

Generalê artêşa Kolombiyayê Luis Emilio Cardozo ragihand ku ragihand ku koma gerîla 'qemyoneke bombebarkirî bi kar anî' û êrîş şermezar kir.

Serokkomarê Çepgir Gustavo Petro 18'ê Îlonê li Qesra Serokatiyê di çalakiyekê de bêyî ku li ser paşeroja hevdîtinên aştiyê agahiyan bide got, "Ev çalakiyeke ku pêvajoya aştiyê bi rengekî bi xwîn bi dawî kiriye."

Agirbesta navbera Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) û hikumetê ku sala 2023'an kete meriyetê, meha Tebaxê bi dawî bûbû. Wezîrê Parastinê yê Kolombiyayê Ivan Velasquez meha Tebaxê diyar kiribû ku operasyonên li dijî ELN'ê jinûve destpê kirine û agirbesta navbera komê û hikumeta Gustavo Petro bi dawî kiribû. Li gorî îstîxbarata leşkerî ELN ku ji sala 1964'an û vir çalak e 5.800 endamên xwe hene.