Li Kolombiyayê êrîş: Di 3 hefteyan de 42 kes hatin qetilkirin

Piştî muzakereya aştiyê ya li gel gerîlayên FARC’ê li Kolombiyayê ya ku êrîş li ser gel dewam dike, di nava 3 hefteyên dawî de 9 qetlîamên cuda pêk hatin.

Li gorî daxuyaniya polîsên Kolombiyayê, li parêzgeha Antîoqûîa ya dikeve bakurê rojavayê welat herî kêm 3 kes ji aliyê kesên çekdar ve hatin qetilkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êrîşê de zarokek 13 salî jî hatiye kuştin, ji 11’ê Tebaxê û vir ve herî kêm 9 qetlîamên cuda hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê 11’ê Tebaxê û vir ve di qetlîamên hatine kirin de 42 kes mirine.

Di sala 2016’an de di navbera Yekîneyên Şoreşger ên Çekdar ên Kolombiya (FARC) û hikûmetê de peymanek aştiyê hate kirin û piştî vê gerîlayan dawî li têkoşîna çekdarî anîbû. Lê piştî peymanê û şûnde hêzên peremilîter û komên qaçaxciyên madeyên hişbir êrîşên wan nerawestiya, bi sedan endamên FARC’ê û nûnerên saziyên civaka sivîl hatin qetilkirin. Li ser vê beşek girîng ên gerîlayên FARC’ê ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî kirin.

Piştî peymanê û şûnde 7 hezar gerîla çekên xwe radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. Piraniya endamên FARC’ê tevlî xebatên partiya siyasî ya bi navê Hêza Şoreşger a Alternatîf a Hevpar (FARC) bûn.

Li gorî artêşa Kolombiyayê hejmara gerîlayên ji FARC’ê qût bûn û dest bi têkoşîna bi çek kirine bi kêmanî 2 hezar û 300 kesî ne. Her wiha Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) jî rêxistineke din a gerîla ku têkoşîna çekdarî didomîne.