Li Kolombiyayê biryara girtina lîderê ELN'ê hate betalkirin
Serdozgeriya Kolombiyayê fermana girtina serfermandarê Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) betal kir, ku hikumet pê re danûstandinan dike.
Serdozgeriya Kolombiyayê fermana girtina serfermandarê Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) betal kir, ku hikumet pê re danûstandinan dike.
Dozger Francîsco Barbosa got, "Min biryareke nû da ku biryara girtina Antonîo Garcîa yê ELN'ê bê betalkirin û ji aliyê Serokkomar ve hate îmzekirin."
Dozger got, "Belê em difikirin ku biryara girtinê bê betalkirin."
ELN fikir û têkoşîna Che Gûevara dipejirîne. Antonîo Garcîa jî pêşengiyê jê re dike.
Danûstandinên navbera ELN û hikumeta Gûstavo Petro yê çepgir di Mijdara 2022'an de destpê kir.