Li Kolombiya wê encama hilbijartinê jin diyar bikin

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê wê 19‘ê Hezîranê li Kolombiyayê bê kirin de, daxuyanî û pêşniyazên ji bo mafê jinan zêde dibin. Tê payîn ku jin encama hilbijartinê diyar bikin.

29‘ê Gulanê di tûra yekemîn de senatorê çepgir ji sedî 40‘ê dengan girt û bi pêşiya reqîbê xwe ket. Petroyê 62 salî yê diyar kir ku kampanyaya wan di destê jinan de ye. Petroyê ji rojnameya El Espectatorê re axivî û wiha got: “Helwesta namzedê din ê li ser vê mijarê bi paşverûtî ye, hema bibêje ew û Talîban wek hev in.“

Di tûra yekemîn de kesî Nedipa lê Rodolfo Hernandezê milyarder, ji sedî 28,1‘ê dengan girt û ket nav tûra duduyan. Reqîbê wî Rodolfo Hernandez, wek Donald Trûmpê Kolombiyayê tê dîtin. Bêyî bikaranîna bankayan bi rêya kredî xanî firotin û dewlemend bû.

Petro ji reqîbê xwe re got ‘’hovê dinyanedîtî’’ û bertek nîşan da. Pedro were hilbijartin wê bibe serokomarê çepgir ê ewil ê Kolombiyayê. Pedro di kampanyaya xwe de bi taybetî daxuyanî û pêşniyarên xwe yên li ser mafê jinan zêde kirin.

Gerîlayê berê Pedro yê li Bogotayê bi 36 rêxistinên jinan re li hev civiya, soza ku wê biryara makeqanûnê ya kurtaja heta bi 24 hefteyan wek sûc nabîne bi cih bîne û ev gotin kir: ‘’Jin di dayîna biryara kurtajê de azad in û ji wê boneyê divê dankirina wê ya civakî nîn be.’’

Pedroyê sê caran zewiciye û bavê şeş zarokan e, xwest ku têkoşîna li dijî sûcên berpêyî jinan wek “pêşîtiya qanûnê sûc“ were nirxandin.

Petro kampanyaya xwe bi Fracîa Marqûezê re bi rêve dibe. Petro bê hilbijartin, wê Fracia Marqûeza aktîvîst a Afro Kolombiyayî bibe alîkara wî. Marqûez wek femînîstek û aktîvîsteke li dijî nijadperestiyê tê naskirin.

Reqîbê Petro, Hernandez, berê jî bi gotina “A îdeal ew e ku jin xwe fedayê perwerdeya zarokan bikin’’ berê bertekan dabû xwe. Hernandez li ber krîmînalîzekirina kuştina jinan jî radibe. Lê li Kolombiyayê her sal 600 jin tên kuştin.